• DOLAR 34.104
  • EURO 38.091
  • ALTIN 2841.83
  • ...
Rêberê Cemaeta Hîzbullah Edîp Gumuş ji bo Henîyye peyama şînê belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Temamê peyama Rêberê Cemaeta Hîzbullah Muhterem Edîp Gumuş ewakî ye:

“Înna Lîllahî We Înna Îleyhî Racîûn.

Ummeta Îslamê şeva borî; rêberekî dinê jî ku jîyana wî bi qehremanîyê derbas bûye û wezîfeya xwe ya ku li ser milê wî dikeve bi cîh anîtîye şehîd da. Şehadeta birayê me merhum Şehîd Îsmaîl Henîyye mibarek be. Bila serê serok û endamên HAMASê, hemû komên berxwedanê û ummetê sax be. Birayê me Îsmaîl Henîyye şehîdê ummetê ye.

Doza HAMASê Şêx Ahmed Yasîn, Rantîsî û gelek rêber û qehremanan wek şehîdî ji vê dinyayê oxir kir. ji ber vê yekê HAMAS ji êrîşên ewakî re biyanî nîne û bi vê çalakîyeke namerdî ew ê yekîtî û hêza xwe winda neke. Ger ku wan qirkeran zen dikin ku ew ê bi van çalakîyan berxwedanê sist bikin tê vê maneyê ku ew di çalikên ehmaqîyê de xwe dibin û tînin.

Van çalakîyan bes ew ê ezma berxwedanê zêde bike, zeferê mizgîn bike, wê serokên nû derxe û bi îzna Xwedê ew ê dawîya sîyonîstên qirkeran jî bîne.

Her Misilmanên ku di qelbê xwe de îmanê dihewînin, bi vê êrîşa tirsonekî û ku li dijî mêvanê welatekî hatîye kirin, ji sîyonîzmê re zêdetir kîndar bibin, zêdetir ew ê kom bibin û ew ê zêdetir xwe bi Îslamê re girê bidin. Ev ew ê windayîyekî nebe, bi îzna Xwedê ew ê ev ji zefera Îslam, Misilman û bi taybetî jî yên xûşk û birayên me yên Xezzeyîyan re vegere.

Hêvîdar bin, yên ku xalib bibin ew ê alîgirên Xwedê bin bi îzna Xwedê.

Birayê we Edîp Gumuş.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir