• DOLAR 34.081
  • EURO 38.109
  • ALTIN 2835.297
  • ...
Wezîrê Karên Derve Fîdan: Henîye, şexsîyetekî ku nîşana berxwedana bi nav û deng ê Fîlîstînê bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fîdan li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyand û weha got:

“Ez şehîdbûna birayê xwe yê biqîmet Îsmaîl Henîyye ya li Tehranê di nav xemgînîyekî de hîn bûm. Ew jîyana xwe ji doza Fîlîstînê re, ji bona ku ji Fîlîstînê re aşîtî û hizûr were feda kiribû. Em ji xebatên wî yên dawîn ku ji bo agirbest bê îlankirin re bikaranîtibû şahid in. Dema ku malbata wî ji teref îsraîlê ve hatibû qetilkirin jî bawerîya xwe ya ji aşîtîyê re winda nekiribû. Îsmaîl Henîyye, şexsîyetekî ku nîşana berxwedana bi nav û deng ê Fîlîstînê bû. Yadîgarê wî yê ezîz, ew ê di doza xelkê Fîlîstînê de bijî. Xwedê rehma xwe lê bike, mekana wî cennet be.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir