• DOLAR 34.105
  • EURO 38.066
  • ALTIN 2832.283
  • ...
Ji rayedarên HAMASê Zuhrî: Em ji dayîna hemû bedêlan re amadene çîmkî Quds vêya heq dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zûhrî, di daxuyanîya ku ji El-Cezîreyê re da de, şehadeta Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Şehîd Îsmaîl Henîyye de nirxandinan kir.

Zuhrî îfade kir ku rejîma îşxalker ji bona ku serê neserfirazîya xwe ya li Xezzeyê bigre hemû rêyan diceribûne û dûre Zuhrî weha got:

“Îşxal, ew ê îrade û berxwedana xelkê me neşkîne û HAMAS ji her demî qewettir e.

Sekina Rojava û Emrîqayê ji bo berdewamkirina sûcên îşxalê ji xwe re beheneyan çêdike.

Divê îşxal, bizanibe ku ew êdî bi însanên bi şeref ên ummetê re di nav herbê de ye.

Em ji dayîna hemû bedêlan re amadene çîmkî Quds vêya heq dike û xwîna serokan di rêza ewil de ne.

Îşxal, ew ê îrada me neşkîne û HAMAS fikrekî ye û fikir namire.

Îşxala tirsonek, ew ê negihêje hedefên xwe û em ê wî ji axên xwe û cîhên xwe yên pîroz derxin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir