• DOLAR 34.072
  • EURO 38.101
  • ALTIN 2834.185
  • ...
Serokê Meclîsê Kurtulmuş: Henîyye di êrîşa namerdane ya îsraîlê de hat şehîdkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derheqê şehîdbûna Serokê Biroya Sîyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Fîlîstînê HAMASê Şehîd Îsmaîl Henîyye de Serokê Meclîsa Tirkîyeyê Numan Kurtulmuş li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek hat parvekirin.

Kurtulmuş, di daxuyanîya xwe de weha got:

“Dema ku musîbetek were ser serê wan ew dibêjin, ‘Bi rastî em aîdê Xwedê ne û bêguman em ê ji Wî re vegerin’

Ji Karwana Şehîdên Xezzeyê re micahîdek mezin jî beşdarî bû. Birayê me Îsmaîl Henîyye ku serokê sîyasî yê doza Fîlîstînê ye û ji malbata xwe gelek şehîdan daye, bi êrîşa namerdane ya îsraîla dijminê însanîyetê û sîyonîstê qetlîamker e ve hat şehîdkirin. Ji Xwedê Teala ji bo wî daxwazîya rehmê dikim, meqamê wî bila alî be, mekanê wî bila cennet be.

Weka ku bawer dikir dijîya, weka ku dijîya jî mir. Emrê xwe yê ku ji doza Fîlîstînê re feda kiribû, micadeleya ku dabû ji neslan re bû mînak. Sekina ku piştî şehadeta zarok û nevîyên xwe nîşan dabû û bawerîya wî ya nedihat hejikandin, Rebbê min wî jî bi şehadetê da mikafatkirin.

Weka ku merhûm Alîya Îzzetbegovîç jî gotibû; Me kirin binê axê feqet nizanibûn ku em tov in.

Ji hemû xelkê Fîlîstînê û însanên ku ji doza Fîlîstîna Azad re dil dane sebr û sersaxîyê dixwazim.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir