• DOLAR 34.074
  • EURO 38.1
  • ALTIN 2834.007
  • ...
Li Dîyarbekirê ji bo erdan şer derket: 1 mirî, 6 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Bajara Nû ya Dîyarbekirê, di seatên serê sibehê de bi çek û kêran şer derket, di encamê de pîrekek canê xwe ji dest da, 6 kes jî birîndar bûn û ji wan 6 kesan 2 kes jî mirovên ku di rê de derbas dibûn in. Hat hînbûn ku rewşa 2 birîndaran giran in.

Di seatên serê sibehê de ji Xeta Xebera Whatsapp a ÎLKHAyê re xeberek hat şandin û hat îfadekirin ku bûyer li Ceddeya Şehîtlîk a navçeya Bajara Nû pêk hatîye.

Hat destnîşankirin ku di navbera xizmên hev de ji ber nerazîbûna erdan nîqaş derket û dûre ew nîqaş bi derxistina kêr û çekan ji şer re vegerîya.

Di şerê bi kêr û çekdarî de Sidika K. û 6 kesên dinê birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin. Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Selaheddîn Eyyûbî, Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Gazî Yaşargîlê re hatin rakirin.

Hat îfadekirin ku Sidika K. ku rewşa wê giran bû digel tamamê midexeleyan canê xwe ji dest da, rewşa 2 kesan jî giran in.

Hat ragihandin ku polês 2 şikdaran binçav kir û ji bo mirovên dinê yên ku beşdarî şer bûne biqefêlin xebat dan destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir