• DOLAR 34.089
  • EURO 38.114
  • ALTIN 2839.883
  • ...
Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 4 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, di seatên serê sibehê de li gundê Çamlibelê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin ambûlansekî ku nexweşekî ji navçeya Oltîyê dibir Erziromê bi wesayîta ku di bin kontrola F.Î. de bû qelibî.

Di encama qezayê de şofêrê ambûlansê Fatîh K. û hemşîreya ambûlansê Asîye K. şofêrê wesayîtê F.Î. û pîreka wî N.Î. li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dan, Hemşîre Netîce A. Jî giran birîndar bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Hat diyarkirin ku hemşîre Netîce A. Ji nexweşxaneyê re hat rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir