Ji rejîm Sûrîyeyê lîsteyeke “fînansmana terorê” ku jê re bertek tê nîşandan: Serokkomar Erdogan û HUDA PAR di lîsteyê de ye!
Komîteya Micadeleya bi Fînansmana Terorê û Pereyên Neqanûnî ya rejîma Sûrîyê, lîsteyek parve kir û di wê lîsteyê de Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, HUDA PAR û hinek sazîyên alîkarîyê yên li Tirkîyeyê jî hene, ev lîste bû sedema bertekan.
Hat îfadekirin ku di lîsteyê de Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu jî heye.
Di lîsteyê de bi tevî navê HUDA PARê navê Umut-Der, ÎHH, Ozgur-Der, Komeleya Sadakataşê jî hene.
Di lîsteyê de 597 şexis û 105 blok ji sûcên “teror û pereyên neqanûnî fînanse dikin” de hene.
Hat îfadekirin ku di lîsteyê de, Bahreyn, Erebistana Sûidî, Emîrtîya Erebên, Qeter, Libnan, Misir, Cezayîr, Mexrîb, Iraq, Morîtanya, Lîbya, Fîlîstîn, Sudan, Pakistan, Endonezya, Senegal, Tirkîye, Erître, Nîjerya, Fransa, Srî Lanka, Tayland, Kenya, Nepal, Benîn, Spanya, Elmanya û Emrîqa jî di nav lîsteyê de ne. (ÎLKHA)