• DOLAR 34.098
  • EURO 38.099
  • ALTIN 2874.775
  • ...
Serokê Navçeya Surê ya berê yê HUDA PARê Şenol ku dikana wî hatibû şewitandin: Em ji yên ku hizûra welatê me naxwazin şibhe dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dikana Şenol ku li ser Ceddeya Doç. Dr. Ahmet Bîlgîn a Taxa Mewlana Xalidê ye pêr di seat 02.45an de ji teref mirov an jî mirovan ve hat şewitandin.

Ercan Şenol ku Serokê Navçeya Surê ya berê yê HUDA PARê ye derheqê meseleyê de axivî û diyar kir ku ew ji yên ku diwxazin hizûra memleketê xera bikin, li ser bêhizûrîyê sîyasetê dikin şibhe dikin.

Şenol derheqê şewatê de weha axivî, “Şewat derdorê seat 02.45an de dest pê kirîye. Em di seat 03.10an de hatin dikana xwe û îtfaîye heta vê seatê şewatê vemirandibû. Li gorî cîran û mirovên ku bûyerê dîtine li cîhê şewatê qoltixekî biçûk hebûye. Parçeya mezin jî ji çopê re hatîye avêtin. Parçeya mezin li ser parçeya biçûk re hatîye avêtin. Li gorî texmîna me dibe ku ev ji bona ku agir geş bibe hatîye kirin. Motora klîmayê dişewite û agir ji li wê derê dikeve hindir û dikan dişewite. Ekîbên îtfaîyeyê jî 15-20 deqîqe midexeleyê şewatê dikin.”

“Em ji qundaxkirinê şibhe dikin”

Şenol di berdeawama axavtina xwe de îfade kir ku nêzê 1 milyon TL zerarê wan heye, “Ekîbên îtfaîyeyê îfade dikin ku ew ji qundaxkirinê şibhe dikin, dibe ku şewat ji ber çixareyê jî derketibe. Bi rastî em jî ji qundaxkirinê şibhe dikin.”

Şenol derheqê qeydên qemerayê de jî axivî û weha got:

“Mixabin di kuçeyên me de qemera pir tinene, tenê qemereya dikana me heye. Di qemerayên me de jî ekîbên ewlehîyê ji me re gotin ku qemera tarî kişandîye. Em texmîn dikin ku ji kolana ber dikanê ketine hindir. Em ji yên ku diwxazin hizûra memleketê xera bikin, li ser bêhizûrîyê sîyasetê dikin şibhe dikin.” (ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir