• DOLAR 34.103
  • EURO 38.146
  • ALTIN 2875.028
  • ...
Li Êlihê wesayît li peyayan qelibî: 4 mirî, 2 giran birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li nêzê Herêma Senayî ya Organîzeyê ku li ser rêya Êlih-Qubînê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 34 KIK 618 ya ku di bin îdreya M.A.A. de bû, li peyayên ku ji dawetê derketibûn û di rê de derbasî alîyê dinê dibûn qelibî.

Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil mirovên bi navê S. O., İ. O., D. O., ve S. O. canê xwe ji dest dan, 2 kes jî giran birîndar bûn.

Piştî qezayê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên polês, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên ku canê xwe ji dest dan ji merga Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Êlihê re hatin rakirin, mirovên birîndar jî ji bo tedawîyê ji heman nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Hat hînbûn mirovên ku wesayît li wan xistîye ji heman malbatêbûne.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir