Ji HAMASê banga protestoya destekê
Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Îsmaîl Henîyye, bang li welatên Ereb û alema Îslamê kir ku bila di 3yê Tebaxê de ji bona ku destekê bidin xelkê Fîlîstînê protestoyan bikin.
Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Îsmaîl Henîyye, banga protestoyên mezin kir, ji xelkên Ereb û alema Îslamê xwest ku bila di 3yê Tebaxê de derkevin meydan û kolanan, “3yê Tebaxê, ji bo desteka ji mehkûman û Xezzeyê re rojeke netewî û navneteweyî be, heta ku qirkirina li djiî mehkûmên me û xelkê Fîlîstînê bêne sekinandin bila daîma van protestoyan berdewam bikin.”
Henîyye weha got, “Em hêvî dikin ku bila 3yê Tebaxê li her derê Fîlîstînê, di kampên penaberan de, li dîasporayê, li alema Erep û Îslamê û ji teref ji însanên azad yê cîhanê ve bibe rojeke çalakîyê ji bo girtîyên me û xelkê Xezzeyê.” (ÎLKHA)