Îşxalkeran konên ku tê de sîwîl hebûn bombebaran kirin: Şehîd û birîndar hene
Hat ragihandin siyonistên îşxalker û terorîst li Xan Yunusê êrîş birin li ser konên ku lê sîwîl diman.
Di encama êrîşa hovane ya terorîstên îşxalker de 5 kesên ku di nav wan de pîrekên bi hemil û zarok jî hebûn şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Cenazeyê kesên ku şehîd bûn hatin rakirin Nexweşxaneya Kuweytê.(ÎLKHA)