Îşxalkerên siyonist êrîş birin li ser mektebekê: 30 şehîd
Hat ragihandin siyonistên terorîst û îşxalker li Xazzeyê êrîşî mektebekê kirin, di encama êrîşê de 30 kes şehîd bûn.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Xazzeyê ve hat diyarkirin siyonistên îşxalker li Deyr El-Belahê êrîş birin li ser mektebê, di encama êrîşê de herî kêm 30 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
HAMASê jî derbarê mijarê de diyar kir siyonistên îşxalker gelek zarok û pîrekên ku ji malên xwe hatibûn derxistin qetil kir.(ÎLKHA)