Li Rûsyayê ji ber barana zêde bendav teqîya
Hat ragihandin li herêma Çelyabînska Rûsyayê ji ber barana ku zêde barîya bendavek teqîya, ji ber teqîna bendavê gelek mal di bin avê de man.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin qismê 100 metroyî bi temametî xera bûye û 4 gund bi tehlûkeya di bin avê de mayînê re rû bi rû ne.
Hat ragihandin gelek kes ji cihê bûyerê hatine tahlîyekirin û xebat berdewam dikin.(ÎLKHA)