• DOLAR 34.156
  • EURO 38.044
  • ALTIN 2885.522
  • ...
Pakisan: 50 hezar welatîyên me yên ku çûne Iraqê winda ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

50 hezar welatîyên Pakistanê yên ku ji bo beşdarî merasîma Aşûreyê bibin bi vîzeya belaş çûbûn Iraqê hêj nehatine welatê xwe.

Di daxuyanîya ku ji teref Pakistanê ve hat belavkirin de, bang  li Iraqê hat kirin ku bila tehqîqatê bide destpêkirin.

Wezîrê Karên Civakî û Xebatan yê Iraqê Ahmed Esedî, derheqê bûyerê de daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê derheqê 50 hezar welatîyên Pakistanê ku ji welatê xwe re venegerîyane de tehqîqatê bidin destpêkirin.

Wezîr Esedî îfade kir ku ew ji ber hejmara karkerên qaçax gelek endîşedar in, ev mesele ew ê di aborîya netewî û bazara Iraqê de bi xerabî tesîrdar bibe. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir