• DOLAR 34.09
  • EURO 38.109
  • ALTIN 2835.758
  • ...
Emrîqa û Îngilistana îşxalker li dijî Yemenê êrîşa asîmanî lidarxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tevgera Ensarullahê, daxuyand ku balafirên herbê yên Emrîqa û Îngilistana îşxalker li dijî bajara Hudeydeya Yemenê 4 êrîşên asîmanî li dar xistin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di êrîşa asîmanî de Balafirgeha Hudeydeya Navneteweyî hat hedefgirtin.

Derheqê di encama êrîşê de xesar pêk hat an jî nehat de tu agahîyek nehat dayîn.

Derheqê bûyerê de ji teref Emrîqa û Îngilistanê ve jî tu daxuyanîyek nehat bealvkirin.

Yemen, berîya vêya jî daxuyandibû ku Emrîqa û Îngilistan li dijî Girava Kamaraya ku girêdayê bajarê Hudeydeyê 4 êrîşên asîmanî li dar xistibûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir