• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Li Papua New Gîneyê êrîş li 3 gundan hat kirin: 26 mirî, 8 winda
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Amîrê polêsê wîlayetê James Baugen derheqê êrîşê de daxuyanîyek da.

Baugen di daxuyanîya ku da de weha got, “Dema ku ez nêzê herêmê hatim zarok, pîrek û zilamên ku 30 kes bûn û hatibûn kuştin dîtim.”

Bauegen destnîşan kir xanîyên gund tev hatine şewitandin, gundî jî xwe ji qereqolê re sipartine.

Bauegen diyar kir ku êvarê ceset ji teref tîmsehan ve hatine xwarin lê ew cîhê bûyerê dîtine.

Hat îfadekirin ku piştî bûyerê êrîşdar revîyane û ji bo qefaltina wan xebat hatîye destpêkirin.

Di encama êrîşan de 51 malbatên ku li gundan dijîyan ji cîhê xwe bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir