• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Xwendekarên dibistana navîn ji bo zarokên Fîlîstînê meşîyan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Komeleya Ciwanîya Anadolîyê ve piştî nimêja nîvroyê bernameyeke meşê hat lidarxistin. Ji bernameyê re gelek zarok beşdarî bûn.

Zarokên ku li ber Camîya Fatîhê hatin cem hev, di destê wan de pankartên ku destekê dide Fîlîstînê bar dikirin û heta Parqa Saraçxaneyê daîma tekbîr û siloganan dianîtin.

Bername li parqê bi daxuyanîya çapemenîyê dawî bû û daxuyanîya çapemenîyê ji teref Muhammed Oguz Bozkurt ve hat xwendin.

Di daxuyanîyê de weha hat îfadekirin, “Ji 7ê Cotmehê vir ve nêzê 50 hezar şehîd hatin dayîn. Ji vana jî nêzê 16 hezarê wan zarok in û nêzê 100 hezaran jî birîndar in. Her seat ev reqem zêde dibe. Yanê dema ku em li vê derê daxuyanîyê didin jî hejmar zêde dibe. Bîrva nekin Fîlîstîn ne axekî ye. Meseleya Fîlîstînê ne tenê meseleya Ereban e. Wek ku Xoceyê me Necmeddîn Erbakan jî gotibû ‘Meseleya Fîlîstînê, meseleyekî sîyasî, erdnigarî nîne ew meseleya îmanê ye’

“Em ji bona ku bileyîzîn nehatine li vê derê em ji bona ku leyîstikan xera bikin hatine li vê derê”

Bozkurt bêdengîya alema Îslamê şîkayet kir û bang kir ku bila alema Îslamê êdî şîyar bibe, “Hûnê hêj çiqas rakevin ey alema Îslamê! Ey însanîyet! Êdî şîyar be, şîyar bin. Sond û eşqa me Quds e, hafizê me, îrada me û îtîbara me Xezze ye. Derdê me, doza me û duaya me Fîlîstîn e. Rihê me û xewa me ye Eqsa. Xezze namus û şerefa me ye. Xûşk û birayên min ên micahîd û micahîde, hevalên min! Em îro ji bona ku xwedî li namusa xwe derkevin, hafiza we şîn bikin, xwedî li rûmeta xwe derkevin, ji bo zarokên ku li Xezzeyê şehîd ketine li vê derê ne. Em ji bona ku bileyîzîn nehatine li vê derê em ji bona ku leyîstikan xera bikin hatine li vê derê.”

“Zarok di qîyamê de ne, zefer nêz e”

Bozkurt îfade kir ku ew li Tirkîyeyê sîyonîst naxwazin û bila baregehên Emrîqayê bêne girtin, “Di destê me de qelem hene, ji bona ku zarokên Xezzeyê destê cesedên dê-bavên xwe negirin, ji bona ku destê zarokên Xezzeyê hebe, ji bona ku Tirkîye jî ji zarokên Xezzeyê re destekê bide em ji li vê derê dibêjin ku, ‘zarok di qîyamê de ne, zefer nêz e’ em baregehên Emrîqaya ku parastina îsraîla qatîl dike li Tirkîyeyê naxwazin. Em naxwazin ku bila ji welatên me keştîyên bazirganîyê biçin. Em li welatê xwe malên sîyonîstan naxwazin.”

Piştî daxuyanîya çapemenîyê zarokek bi cil û bergên Ebû Ubeyde derket sehneyê û banga nirxandinê ya ku Ebû Ubeyde ji serokên welatan re kiribû dubare kir.  (ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir