• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
HUDA PARê derheqê biryara Bûlwara Şêx Seîd a li Dîyarbekirê de bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê Partîya Zaferê Umît Ozdag di 19ê Kanûna 2023an de, ji bo betalkirina navdayîna Şêx Seîd a ji bûlwarekî re ji Dadgeha Îdareya 3yemîn a Dîyerbekirê re serlêdanê kiribû. Piştî ev serlêdanê dadgeh ji bona ku ev bê sekinandin biryar girt.

Berdevkê Serokatîya Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê Musab Arasan, derheqê meseleyê de daxuyanîyek da û ji biryarê re bertek nîşan da.

Arasan di daxuyanîya ku da de weha got, “Ev partîya nîjadperest û yên ku wek wî difikirin, baş dizanin ku doza Şêx Seîd çibû lê ew biqestî îftîra lê dikin û doza wî ji xelkê me re bi şeklên derew neqil dikin.”

Arasan bal kişand ku Şêx Seîd, alimekî Îslamê û qehremanekî ku mesleheta xelkê dida ber çavê xwe ye, “Zêkata hezkirina gel û welat a Şêx Seîd ji welatparêzên derewcî re zêdetir e jî.”

“Divê ji Şêx Seîd re, îadeî îtîbara wî wek ku ji Atif Xoceyê Îskîlîpî re hatîye dayîn bê dayîn”

Arasan di berdewama daxuyanîyê de weha got, “Lê binêrin Dadgeha Îdareya 3yemîn a Dîyarbekirê di vê biryara xwe ya dawîn de ji Şêx Seîd re çi dibêje: Şêx Seîd ji miletê derdorê xwe re weha gotîye; ‘Gelî Misilmanan! Ev qîyam li gorî Şerîatê şert e. Yên ku dexlê vê qîyama me nebin li alîyê Xwedê însanên îsyankar in, ew li hember emrê wî disekinin. Yên ku di vê qîyama ku ew ji bona ku qanûnên wî hakim bikin tê kirin de bimrin jî şehîd in.’ Binêrin armanca Şêx Seîd ev bû. Ev; armanca Hezretî Muhammed (selat û selam li ser wî be) bû, ev armanca Hz. Ebûbekir, Hz. Omer, Hz. Huseyîn bû. Armanca bav û kalê me yên li Çeneqqele û herba xelasîyê ev bû. Armanca Atif Xoceyê Îskîlîpî û Ûstad Bedîuzzeman jî vêya bû. Ji ber vê yekê, divê îtîbara Şêx Seîd ku li cem xelkê me ji xwe îtîbara wî heye wek ku ji Atif Xoceyê Îskîlîpî re hatîye dayîn bê dayîn.”

“Em wisa difikirin ku divê navê Bûlwara Şêx Seîd bê parastin”

Arasan, “Şêx Seîd gotîye ku ‘Micadeleya min ji bo Xwedê û dîn e’, ew di dîroka me de cîheke gelek muhîm girtîye. Parastina bûlwara ku navê wî girtîye, ne tenê bibîrkirina dîroka me ye, di heman demê de ew ê firsedek bide me ku em şexs û bûyerên dîrokê bi şekleke objektîf binirxînin. Nîqaşkirin û axavtina dîrok û şexsîyetan ew ê ji bo sibe roja me gelek baştir be.

Ji ber vê yekê em wisa difikirin ku divê navê Bûlwara Şêx Seîd bê parastin. Biryara ku hatîye girtin divê bi lez û bez bê guhertin. Ev nav, nîşana rûmeta me ya ku em ji dîrok û çanda xwe re didin e. Hesab ji hev pirsîna bi dîrokê bi tunehesibandinê nabe, encax mirov wî fêhm bike û ji wî dersan derxe mimkin e.

Parastina navê bûlwarê, ji bo aştîya civakê jî gaveke muhîm e. Di civaka me ya ku fikr û ramanên cuda di nav hev de dijîn de, parastina nîşanên ewakî, ew ê çanda jîyandina bihevre qewettir bike.

Bi van fikran, em diparêzin ku divê navê Bûlwara Şêx Seîd neyê guhertin û di vê meseleyê de jî em desteka raya giştî dixwazin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir