Li 13 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon: 72 binçavî
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku li 13 bajaran li dijî DAÎŞê operasyona GÜRZ-1 hat lidarxistin û di encamê de 72 kes hatin qefaltin.
Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku di operasyona GÜRZ-1ê de 72 hatin qefaltin.
Hat diyarkirin ku di koordînasyona Serokatîya Îstîxbarata Midurtîya Giştî yê Ewlehîyê û Serokatîya Daîreya Micadeleya bi Terorê re de li bajarên; Enqere, Edene, Entelya, Çorim, Xarpêt, Entab, Hetay, Stenbol, Qirikkale, Mêrsîn, Riha û Trabzonê operasyon hatin lidarxistin.
Di encama operasyonan de gelek pereyên biyanî û Lîreya Tirk, amûrên dîjîtalî hatin bidestxistin. (ÎLKHA)