• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Protokola ku Îzmîr û Tel Avîvê “bajar bira” dibîne mixabin hêj berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, destnîşan kir ku Şaredarîya Bajarê Mezin yê Îzmîrê Şaredarîya Tel Avîvê wek “bajar bira” dibîne, ji bona ku Wezîrê Karên Hindir Elî Yerlîkaya bi niviskî bersivê bide ji Meclîsê re pêşnîyaza pirsê ku 3 meddeyên wî hene da.

Di pêşnîyazê de weha dihat gotin:

“Şebekeya terora sîyonîst ji sala 1948an vir ve li dijî xelkê Fîlîstînê êrîşên xwe didomîne. Ji 7ê Cotmehê vir ve êrîşên ku têne kirin gihaştîye qetlîamê. Hemû dinya li dijî terortîya îsraîlê bi çalakîyên xwe, boykotên xwe û meşên xwe sekinîne û bi tevî vana destekên xwe yên ji xelkê Fîlîstînê re îlan kirine lê di vê demê de mixabin protokola Şaredarîya Bajarê Mezin yê Îzmîrê ya bi Şaredarîya Tel Avîvê re wek “bajar bira” dibîne berdewam dike.

Piştî 7ê Cotmehê vir ve hinek şaredarîyên me yên ku protokolên wan bi şaredarîyên îsraîlê re hebûn wan protokolên xwe betal kirine.

Berdewamkirina protokola bajar bira ya şaredarîya Îzmîrê hem ji bo xelkê Tirkîyeyê hem jî ji bo xelkê Fîlîstînê bêhurmetîyeke mezin e.

Di vê çarçoveyê de;

1- Gelo ew ê wezaret ji bo betalkirina protokola şaredarîya Îzmîrê ku bi şaredarîya Tel Avîva rejîma sîyonîst re protokola ‘bajar bira’ îmze kirîye teşebûsekî bike?

2- Li Tirkîyeyê gelo şaredarîyên dinê jî hene ku bi şaredarîyên rejîma sîyonîst re şaredarîya biratîyê îlan kirine?

3- Derheqê van şaredarîyan de tu muameleyek hatîye destpêkirin, ew ê betalkirina protokolên wan bêne kirin?” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir