• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Li Çewligê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 2 mirî 7 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, îro di seat 13.30yan de li navenda bajêra Çewligê pêk hat.

Li gorî îddîayan, mirovekî ku jehrê û tiryakê xwaribû bi tevî kêra di destê xwe de li alîyê Beşyol, hala kevn, Yenîşehîr û Bahçelîevlerê êrîşî xelkê kir û wan kêr kir.

Hat hînbûn ku di êrîşê de 9 kes birîndar bûn û ji wan 2 kes jî canê xwe ji dest dane.

Hat destnîşankirin birîndarekî jî rewşa wî giran e û di Nexweşxaneya Dewlet a Çewligê de hatîye kirin nav emelîyatê, rewşa birîndarên dinê jî ne baş in.

Mirovê ku nasnameya wî nehat hînbûn ji teref hêzên ewlehîyê ve li derdorê Taxa Mîrzanê depoya avê hat qefaltin. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir