Îşxalkeran ciwanekî dinê jî şehîd kirin
Sîyonîstên îşxalker, li Kampa Kalandîyaya bakurê Qudsê ku di bin îşxalê de ye ciwanekî şehîd kir.
Îşxalkerên ku xwe avêtin ser kampê, gule reşandin û di encamê de ciwanekî bi navê Ahmed Asli şehîd ket.
Ji êvarê heta serê sibehê ji Kampa Tulkarîmê re êrîş hat kirin. Di êrîşê de gelek Fîlîstînî şehîd bûn.
Êrîşên îşxalkeran ê li dijî sîvîlan bênavber berdewam dike. (ÎLKHA)