• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Li Sudanê 23 milyon însan nikarin xwarineke baş bidestbixin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Sudanê herba navxweyî berdewam dike, di heman demê de jî 23 milyon însan bi birçîbûnîyê re rûbirû ne.

Hat îfadekirin li Sudana ku bi xelayê re micadeleyê dike, di heman demê de bi krîza koçê ya herî mezin re jî rûbirû ye.

Pevçûna di navbera artêşa Sudanê û Hêzên Destek a Bi Lez (RSF) de her roj ku diçe zêde dibe. Herba ku di nav welat de heye bû sedema xerabûneke mezin.

Di dema herbê de herî kêm 15 hezar însan hatin kuştin.

Berdevkê NY Stephane Dujarric, di civîna çapemenîyê ya rojane de got ku xelkê Sudanê bi “senaryoya herî xerab re” rûbirû ye.

Dujarric, diyar kir ku Sudan tenê ji 2,7 milyar dolar ê ku ji wan re bê dayîn sedî 30 tê fonkirin.

Hat diyarkirin ku li Sudanê 23 milyon însan nikarin xwarineke baş bidestbixin û Dujarric ragihand “Dema ku em mînak bidin, ev reqem qasî nifûsa Ewistiryayê ye.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir