• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Li Stenbolê 15 wesayît li hev qelibîn: 7 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, di seatên serê sibehê de li alîyê Haramîdereyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, 10 wesayît ji ber rêya ku ji ber baranê şimitoqî bûbû li hev qelibîn.

Ji ber ku 100 metre dûrê bûyerê wesayît ji nişkav ve sekinîn 5 wesayîtên dinê jî li hev qelibîn. Di encamê de 15 wesayît qeza kirin û 7 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin. Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş in.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir