• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Rejîma sîyonîst êrîşê Xan Yûnisê kir: Di nav 24 seatan de 89 kes şehîd bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker a sîyonîst, li Xezzeyê qetlîam û qirkirina xwe didomîne.

Rejîma sîyonîst, li dijî bajara Xan Yûnisê ji alîyê hewa, bejahî û behrê êrîşan li dar dixe û herêmên sîvîlan hedef digre.

Di encama wan êrîşan de herî kêm 89 kes şehîd bûn, 263 kes jî birîndar bûn.

Ji teref Ofîsa Medyaya Hikumeta Xezzeyê ve derheqê êrîşê de daxuyanîyeke niviskî hat belavkirin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji doh serê sibehê vir ve 13 xanî hatine xerakirin, li herêma ewlehîyê 190 xanî û avahî hatin bombekirin, li herêmên cuda yên bajêr 130 êrîş hatin lidarxistin, 68 kes jî hêj winda ne.

Berdevkê artêşa qaşo yê rejîma îşxalker Avichay Adraee, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku ew ê ji herêmên ku berê herêmên ewlehî îlan kirine re jî êrîşan li dar bixin û ji ber vê yekê bila wan deran bêne valakirin.

Adraee, xwestibû ku bila Fîlîstînîyan ji bona demeke demborî biçin El-Mewasîyeyê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir