• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Qassam: Me di kemîna li Refahê de 14 leşkerên îşxalê kuşt û birîndar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tûgayên Qessam, li ser qenala Telegramê daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku li bajara Refahê li kampa penaberan a Yabnayê li dijî leşkerên îşxalkeran kemîn li dar xistine.

Qessam, diyar kir ku ew di kemînekî de leşkerên îşxalê kaşê tinêlekî kirine û tinêlê teqandine, di encamê de 5 leşkeran kuştine û birîndar kirine.

Di heman demê de Qessam îfade kir ku ew li herman herêmê di nav malekî de kemînek tertîp kirine û dema ku leşker ketine nav xanî kemînê teqandine; di vê operayonê de jî 9 leşkerên îşxalê hatine kuştin û birîndarkirin.

Hat diyarkirin ku micahîdên Qessam di seatên serê sibehê de jî li herêma Cuhr el-Dîkê li dijî hêzên îşxalkeran bi topên hewanê operasyon li dar xistine û wan îmhe kirine.

Xeyn ji van agahîyan hat îfadekirin ku ew li nêzê Camîya El-Zelalê buldozerekî “D9”ê bi roketa Yasîn 105an hedef girtine. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir