• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Îşxalkeran êrîşî konvoya NY kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Philippe Lazzarini, di daxuyanîya ku li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî parve kir de destnîşan kir ku îşxalkeran doh êvarê li Xezzeyê gule li ser konvoya aîdê NY reşandin.

Lazzarini, di daxuyanîya xwe de weha got:

“Ji konvoya NY ku diçû bajarê Xezzeyê re hêzên îsraîlê gule reşandin.

Di êrîşê de bûyera candayîn çênebûn, ekîbên me mecbûr man ku mewzî girtin.

Ev doh pêk hat. Ekîban, bi wesayîtên bi zirx ên ku aîdê NY ne re digerîyan û li ser wan êlegên NY hebûn.

Ji wesayîtekî ku dema li ber cîhê kontrolê ya aîdê hêzên îsraîlê disekinîyan re herî kêm pênc gule hat reşandin.

Wesayît di bûyerê de xesareke giran girt, ji konvoyê veqetîya. Ekîban ji nû ve kom bûn û di dawîyê de gihaştin bajara Xezzeyê.”

Lazzarînî îfade kir ku konvoy berîya tevgerê ji teref îşxalkeran ve hatîye koordînekirin û hatîye erêkirin, dûre Lazzarînî weha got, “Xebatên alîkarîya însanî nabin hedef. Divê mesul hesab bidin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir