Îran, dest da li ser tankera petrolê ya li Tengava Hurmizê
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Îranê ve hat belavkirin, tenkereka petrolê ya ku ala Togoyê li ser bû û di nav de ji 1 milyon û 500 hezar lîtreyê zêdetir petrol hebû bi tevî 12 mirettebatê wî ji teref Hêzên Pasdar ve di Tengava Hurmizê hat bidestxistin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de weha hat gotin: “Ji xelkê qehreman û bi qîmet a Komarîya Îslamî ya Îranê re, bi şopandina bi dîqet û agahîya şoreşên Hêzên Pasdar ve tankera petrolê ya ku ala Togoyê li ser bû û bi sîstematîkî petrolê bar dikir û navê wî ‘Betl Guse’ ye di orteya Tengava Hurmizê de hatîye tespîtkirin û bi biryara dadgehê hatîye bidestxistin.” (ÎLKHA)