• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Iraqê xwest ku bila îşxalkeran di nav salekî de ji welat derkevin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pêvajoya derketina leşkerên Emrîqaya Emperyalîst ya ji Iraqê di meha Îlonê de dest pê dike.

Wezareta Prastin a Emrîqayê (Pentagon), daxuyand ku komîteya Leşkerîya Bilind a Iraq û Emrîqayê, ji bona ku mîsyonên koalîsyonê dawî bikin û veguherînin doh hatin cem hev.

Di civînê de hat îfadekirin ku Iraq xwestîye ku bila di Îlona vê salê de hêzên koalîsyonê dest bi vekişînê bikin û mîsyonê jî heta Îlona 2025an bi fermî dawî bikin.

Di navbera Bexda û Washingtinê de berê jî di meseleya vekişîna leşkerên Emrîqayê yên ji welat de hatibû kirin lê wan peymanan bi beheneyên curbecur hatibûn taloqkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir