• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Li Xezzeyê hejmara şehîdan gihaşt 39 hezar û 90an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ev bû 291 roj ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê  kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama 8 qetlîamên ku 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 84 kes hatin şehîdkirin, 329 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 39 hezar û 90 kesan, hejmarê birîndaran jî derket li ser 90 hezar û 147 kesan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir