• DOLAR 34.209
  • EURO 37.093
  • ALTIN 2977.291
  • ...
Siyonistên terorîst li Xan Yunusê dîsa qetlîam kirin: Hejmara şehîdan derket 40î
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonistên terorîst û îşxalker vê şeveqê bi balafiran careke din êrîş birin li ser Xan Yunusê. Di encama êrîşên hovane yên ku hatin kirin de heta niha 27 Filistînî şehîd bûbûn û gelek kes jî birîndar bûbûn. Hat hînbûn hejmara kesên ku di vê êrîşa hovane de şehîd bûn derket 40î.

Kesên birîndar û naaşên wan kesên ku şehîd bûn hatin rakirin Nexweşxaneya Xan Yunusê.

Tê diyarkirin ji bilî qetlîamên ku tên kirin siyonistên îşxalker bi dara zorê Filistînîyan ji Xan Yunusê dide koçkirin.

Ji teref Parastina Sîwîl a Xazzeyê ve hat diyarkirin siyonistên terorîst daxwaz dikin ku zêdetirî 400 hezar kes koçî rojhilata Xan Yunusê bikin.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir