Îşxalkeran di heftîyekê de 63 caran Nuseyratê bombebaran kirin: 92 şehîd
Ofîsa Medyayê ya hikûmeta li Xazzeyê derbarê êrîşên ku ji teref îşxalkeran ve li Nuseyratê hatin kirin de daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin siyonistên îşxalker di nav heftîyeke dawî de 63 caran êrîş birin li ser Nuseyratê, di encama êrîşên ku hatin de 91 kes şehîd bûn û 251 kes jî birîndar bûn.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji ber ku rejîma îşxalker di êrîşên xwe yên hovane de çekên kimyewî bi kar tîne ji sedî 75 kesên ku şehîd dibin naaşên wan tev dişewitin û nayên nasîn.(ÎLKHA)