• DOLAR 33.998
  • EURO 37.853
  • ALTIN 2820.801
  • ...
Siyonîstên îşxalker Bergûsîyê lîderê Qassamê ku di zindanê de êsîr e birîndar kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hevjîna Bergûsî Saîdê da zanîn ku yek ji girtiyên ku hatine berdan çend roj berê ji malbata Bergûsî re gotiye ku Ebdullah li Girtîgeha Şattayê rastî lêdaneke bi şîddet hatiye.

Saîde Bergûsî El-Erebî ji rojnameya El-Cedîd re ragihand ku hêzên îşxalker li girtîgeha Şata ketine hucreyên girtiyan û bi tundî li hevjînê wê xistine û di encamê de çendîn şikestin di qefesa hevjîna wî de.

Ebdullah Bergûsî, (52) ji bajarokê Beyt Rîma, li bakurê rojavayê Ramallahê li Şerîaya Rojava ya navendî ye, û yek ji rêberên herî navdar ê Tugayên Qassam, baskê leşkerî yê tevgera HAMASê tê hesibandin.

Bergûsî, nivîskar, endezyar û pisporê hilberîna teqemeniyan, di sala 2003 de hate girtin. Ji ber sûcê 7 operasyonên komandoyê ku di encamê de 67 siyonîst hatin kuştin û zêdetirî 500 kes birîndar bûn, 67 cezayê muebetê û 5 hezar û 200 sal cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.

Bergûsî piştî girtina xwe 10 sal di tecrîtê de derbas kir û siyonîstên îşxalker rastî her cure zextên derûnî û heqaretên fizîkî hatin.

Di nava 21 salên ku di girtîgehê de ma de tenê 6 caran destûr ji malbata wî re hat dayîn.

Di sala 2011an de tevlî peymana Vefa el-Ehrar red kir û berê xwe da girtiyên beriya xwe.

Di salên xwe yên êsîrgirtinê de li zanîngeha El Aqsayê lîsansa bilind û masterê di warê dîrokê de wergirtiye. Wî bawernameya masterê di warê zanistên siyasî de li zanîngeha El-Ummah, masterê di warê lêkolînên herêmî de ji zanîngeha El-Quds, û doktoraya fexrî ji yek ji zanîngehên Fasê wergirtiye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir