• DOLAR 34.216
  • EURO 37.153
  • ALTIN 2975.281
  • ...
Li Edeneyê otomobîl ket golê: 2 jê zarok 4 kes winda ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza îro derdora nîvro li Meheleya Topalak a navçeya Çukurovayê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin otomobîla ku navê ajokar û plaqeya wê nehat hînbûn ji Pira Çatalan ber bi Gola Bendava Seyhanê ve firî.

Piştî qezayê ji bo 2 jê zarok 4 kesên ku tê îddiakirin di wesayîtê de bûn lêgerîn hat destpêkirin. Li ser agahdarkirinê ekîbên polîs, tenduristiyê, îtfaiye û binê avê hat sewqkirin cihê qezayê.

Ekîban ji bo ku xwe bigihînin wesayita ku ket golê û ji heman malbatê 2 jê zarok 4 kesên ku tê îdiakirin di hundir de bûn xilas bikin dest bi xebatê kirin.

Li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir