• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Ji Gulseverê Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê ji CHP û DEMê re bertek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Zeynul Abidîn Gulsever bi daxuyaniya xwe bertek nîşanî partiyên siyasî yên ku di rojên dawî de partiya wî dikin hedef da.

Gulsever destnîşan kir ku van kesan piştî hilbijartinên 2024an li seranserê Tirkiyeyê zêde bûna dengên HUDA PARê qebûl nekirin û got ku ew wek HUDA PAR ji bo aramî û ewlehiya gel bi hemû hêzên xwe dixebitin, lê belê Partiya DEMê ya ku hewşa pişta CHPê û milê siyasî yê PKKê, destnîşan kir ku wan bi behskirina navê HUDA PARê sûcdarkirinên bêheq dikin.

"Parkên me bûne navendên jirêderketiyên zayendî"

Gulsever derheqê projeyên îfsadê ku tê xwestin li Diyarbekirê bê kirin peyivî û got, “Li Diyarbekirê çi dibe? Sûk û kolanên Diyarbekirê bûye weke meyxaneyan. Pîrek, zarok û malbat nikarin li sûk û kolanan de bigerin. Di parkên me de qursên Qur’anê û mizgeft camî hebûn. Lê di van demên dawî de ew jî bi biryara şaredariyê hatin girtin û bûn navendên jirêderketiyên zayendî. Şaredarî, derdorên li herêmên ku mirov bi hev re dijîn û ne ewle ye ku zarokên di bin 15 salî ne bibînin û exlaqê wan xera bibe ava dike.”

“Piraniya cafeyan bûne cihên ku xwediyên tiryakê û kesên narkotîkê lê digerin”

Gulsever, derheqê nîqaşên li ser cafeyên li Diyarbekirê de, peyivî û got, “Cafeyên vir cihê ku mirov bi hev re bêhna xwe vedin, qehwe vedixwin û sohbetê dikin in. Niha piraniya van cafeyan di destê şaredarî û alîgirên wê de ne. Piraniya van cafeyan bi taybetî jî li navçeya me Sûrê bûne cihên ku xwediyên tiryakê û kesên narkotîkê lê digerin. Dema em van hemûyan li ber çavan digrin, em dibînin ku ev bûyer bi destê kesan çêbûne. Piştî hilbijartinên 2024an partiya me HUDA PARê li seranserê Tirkiyeyê bi taybetî li Diyarbekir û Başûrê Rojhilat rayên xwe zêde kir. Ev zêdebûn çavê wan ket û ji ber vê yekê hem ji bo partiya me asteng bikin hem jî ji raya giştî bêrûmet bikin dest bi êrîşan kirin.”

“Partiya DEMê ya ku hewşa pişta CHPê û milê siyasî yê PKK, ev her sê bi hev re sêgoşeyê şeytan çêkirine û dest bi êrîşkirina partîya me kirine”

Gulsever gotinên xwe wiha domad:

“Partiya DEMê ya ku hewşa pişta CHPê û milê siyasî yê PKK, ev her sê bi hev re sêgoşeyê şeytan çêkirine û dest bi êrîşkirina partîya me kirine. Yên ku divê pêşî li wan bête girtin jî bi zimanê xwe yê qirêj êrîşî partiya me ya pak û paqij e û ji roja ku hatiye damezrandin ve tu tundî û şîddetê wê tune ye. Niha divê CHP pêşî bersiva dardakirina Dêrsim, Zîlan, Şêx Seîd û hevalên wan li Qada Dagkapiyê bide. Divê PKK beriya her tiştî hesabên ji welatiyên ku li Sûsa, Başbaglar û rêyên gundan de mayîn danîne de jiyana xwe ji dest dane bide.

DEMê ku milê siyasî yê PKK û hewşa CHPê ye; Beriya her tiştî divê kesên li gundê Dûrûmlûyê hatin qetilkirin û Yasîn Börü yê 16 salî û hevalên wî yên di bûyerên 6-8ê Cotmehê de bi hinceta Kobanê bi saxî hatin şewitandin, hesab bê pirsîn. Paşê diwêre behsa HUDA PARê bike”

“Ew hemaltîya karên piyonên kesekî ne û bi ceribandina sîstema ku dixwazin li ser gelê me yê li vir pêk bînin vê dikin.

Gulsever di dawiya şitexaliya xwe de wisa peyivî:

“Mafê tu kesî nîne ku bi qîrîna li salona meclîsê, bi derketina şaredariyan û li kuçe û kolanên Diyarbekirê daxuyaniyan bidin partiya me biçûk bike. Pêşî divê li ber neynikê bisekinin û ji xwe bipirsin ka kujer kî ne. Ew qatil û zalim in. Ji nav wan kesên tiryak, baron, LGBT û jirêderketiyên zayendî derdikevin. Dema ku diviyabû xizmeta gel bikin û rê, kolan û parkan xweş bikin, bi qirêjkirina van cihan, xerabkirina exlaqê gelê me û êrîşa li ser kultir, manewî û kevneşopiyên gelê me bûn amûrê kesekî. Ew hemaltîya karên piyonên kesekî ne û bi ceribandina sîstema ku dixwazin li ser gelê me yê li vir pêk bînin vê dikin. Heqê we tune ku hûn qala HUDA PARê bikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir