Li 4 parêzgehan li dijî FETO operasyon: 13 binçavî
Di çarçoveya lêpirsîna dijî FETO/PDYê de li 4 parêzgehên ku navenda wê Enqereyê ne 20 kes hatin binçavkirin.
Li Diyarbekir, Denîzlî û Qeyseriyê yên ku navenda wê Enqereyê ne, ji bo girtina şikdarên ku di îmtîhanên eskeriyê de ji teref FETO/PDYyê ve biryara girtinê hebû û ji ber sûcê endamtiya FETOyê jî dihatin lêgerîn hat tertîpkirin.
Di operasyonên ku di vê çarçoveyê de hatin kirin de 20 şikdar hatin binçavkirin.
Ji şikdarên ku piştî karên li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin 13 kes ji teref mehkemê ve hatin girtin, 5 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Hat diyarkirin ku li midûriyeta polîsan lêpirsîna 2 gumanbaran berdewam dike. (ÎLKHA)