• DOLAR 33.979
  • EURO 37.81
  • ALTIN 2750.082
  • ...
Qirxizistan, ji Kampa Roj û Holê ku di bin kontrola PKKê de ne 22 welatîyên xwe teslîm girt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve yê Emrîqayê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku Qirxizistan ji sala 2023yan vir ve 454 welatîyên xwe yên li kampa Roj û Holê teslîm girtîye.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku Qirxizistan herî dawîn 22 welatîyên xwe ji kampê birîye welatê xwe û daxuyanî weha berdewam kir, “Tenê di sala 2024an de ji herdu kampan 228 kes ji welatên xwe re hatine teslîmkirin. Ji Kampên Hol û Rojê 121 welatîyên Qirxizistanê bi alîkarîya Emrîqayê ji welatên wan re hatine şandin. Xebatên Komarîya Qirxizê gelek baş e.”

Di kampan re nêzê 62 hezar mirov dimînin. Ji wan jî nêzê 10 hezarên wan endamê malbatên DAÎŞê ne û nîvê wan jî Iraqî ne.

Piranîya wan jî di bin emrê 15 salî de ne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir