• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Di êrîşa îşxalê de rojnamegerek û malbata wî şehîd bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çapemenîya mehellî, îfade kir ku li Kampa Cebalîyeyê malekî hat hedefgirtin, di encamê de rojnameger Muhammed Caser, pîreka wî û du zarokên wî şehîd ketin.

Hat diyarkirin ku cenazeya şehîdan ji Nexweşxaneya Kemal Advanê re hatin sewqkirin.

Xeyn ji vê êrîşê balafirên herbê li herêma Zerkayê êrîşî mala El Sebbaxê kirin û du kesan qetil kirin, mirovekî dinê jî birîndar kirin.

Hat destnîşankirin ku li kampa Nuseyratê jî herêma El Devayê hat hedefgirtin.

Çavkanîyên tenduristîyê îfade dikin ku di bomberdumana îşxalkeran de ku li bakur û orta bajarê li dar xistin piranîya wan zarok ji 25an zêdetir Fîlîstînî şehîd bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir