• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
HAMAS: Qerara Knesset a redkirina avakirina Dewleta Filistînê nederbasdar e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di çend mehên dawî de Îspanya, Norweç, Îrlanda û Ermenistanê qerara nasîna dewleta Filistînê dabûn.

Bi vî awayî ji 194 dewletên endamê Neteweyên Yekbûyî 147ê wan dewleta Filistînî nas kiribûn. Ev reş jî nerehetîyeka mezin dabû siyonîstan.

Rejîma îşxalkera siyonîst ku ev rewş tehemul nekir li qaşo meclîsa xwe teklîfa redkirina damezrandina Dewleta Filistînê qebûl kir.

Piştî bûyerê HAMASê peyameka bertekê belav kir û dest nîşan kir ku ev qerara yekalî ku ji teref siyonîstan ve hatiye dayîn pûç e.

HAMAS got ku, “Qebûl kirina qerarê ji teref Knesetê qerareka pûç e ku ji teref îşxalkerên axên Filistînê îşxal kirine ve hatiye dayîn. Em teyîd dikin ku ewê gele me li hember şerê faşist ya hikumeta terorê berxwedan û mucadale û parastina xwe ya meşrû bidomîne. Ev biryar meydan xwestine ji civaka navneteweyî û tehqîr kirina qerara konseya ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî ye ku endambûna giştî dabû Filistînê.”

Herwiha HAMASê derheqê vê biryara sosret de bang li civaka navneteweyî kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bo sekinandina van biryar û kiryarên sûcdar ên meclisa îsraîlê û ji bo ku gelê Filistînê bigihêje hemû mafên xwe, bi cidî tevbigere.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir