Ebu Hamza: Ji bo berxwedanê pêşanî êsîrên me ne
Ebu Hamzayê Berdevkê Serîyeyên Qudsê yê ku baskê leşkerî yê Hareketa Cîhada Îslamî ye derbarê geşedanên dawî yên li Filistînê de daxuyanîyek da.
Ebu Hamza di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ji bo berxwedanê pêşanî êsîrên wan in û wiha got: “Hedefa me ya sereke azadbûna êsîrên Filistînî ye. Digel kibr û pozbilindîya dijmin ew ê ev yek pêk bê û ew ê êsîrên Filistînî azad bibin.”
Ebu Hamza di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ew ê li herêmên Netzarîm û Refahê li dijî dijminan operasyonên xwe zêdetir bikin û wiha got “Ev herb çi qas berdewam dike bila bike ew ê di netîceyê de muheqqeq berxwedan berdewam bike.”(ÎLKHA)