Li Ûşakê du otomobîl li hev qelibîn: 2 jê zarok 6 kes birîndar bûn
Di encama qezaya ku li Ûşakê pêk hat de 2 jê zarok bi tevahî 6 kes birîndar bûn.
Qeza li Taxa Fevzî Çakmaka Uşakê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla ku şofêrê wê T.K. bû û otomobîla ku şofêrê wê M.Y. bû ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn li hev qelibîn.
Di encama qezaya ku pêk hat de 2 jê zarok tevde 6 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexaneyê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)