• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Tûgayên Qassam berpirsyariya operasyona li Şerîeya Rojava ku di encamê de 3 siyonîst birîndar bûn girt ser xwe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qassam di daxuyaniya xwe ya li ser kanala Telegramê de diyar kir ku mucahîdên wan duh li nêzî gundê Ramînê li rojhilatê Tulkarmê êrîşeke çekdarî kirin ser wesayîteke îşxalkerên siyonîst.

Qassam diyar kir ku di encama êrîşê de 3 îşxalker birîndar bûne û got ku mucahîdên ku operasyon li dar xistine bi saxî vekişiyane.

Qassam bal kişand ser vê yekê ku wan berpirsiyariya vê operasiyona qehremanane girtiye ser milê xwe û destnîşan kir: Ev operasiyon ji bo tolhildana xwîna şehîdan, cinayetên siyonîstan li Xezze û Şerîeya Rojava û binpêkirinên li dijî girtiyên jin û mêr ên filistînî di zindanên dagirkeriyê de pêk hat.

Qassam destnîşan kir ku heta ku sîyonîstên îşxalker li axa Filistînê bi cih bibin û êrîşên xwe yên li dijî gel bidomînin operasyonên wan bidomin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir