Li Efxanîstanê hejmara kesên di lehiyê de mirin derket 40î
Hejmara kesên ku di bahoz, barana zêde û lehiya ku li eyaleta Nangarhar a rojhilatê Efxanîstanê bandor bû de jiyana xwe ji dest dan derket 40î û hejmara birîndaran jî derket 347an.
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Gel Şerafet Zaman Amerxîl di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo dermankirina birîndaran ekîbên tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin û dibe ku hejmara birîndaran zêde bibe.
Li parêzgeha Nangarharê roja Duşemê piştî nîvro baraneke zêde û lehiyan bandoreke neyînî li Celalabad, navenda parêzgehê ku li ser sînorê Pakistanê, herêma Sukh Rod û navçeyên cîran ên parêzgehê ye, kir. Di karesatê de ziyanên canî û maddî yên mezin çêbûn. (ÎLKHA)