• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Di êrîşên îşxalkeran a bişev de 18 Filistînî şehîd bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Kampa Nuseyrat a navenda Şerîda Xezzeyê di encama êrîşa ku li mala malbata Ebû Hemda hat kirin de 5 kes şehîd bûn.

Di êrîşa hewayî ya li Taxa Tel es-Sultan a li rojavayê bajarê Refahê li başûrê Şerîda Xezzeyê de 5 Filistînî şehîd bûn û di êrîşa esmanî ya bajarokê el-Zuweyda li beşa navendî ya Xezzeyê ku mala malbata Diyab hat hedefgirtin de 7 Filistînî şehîd bûn.

Di êrîşa bi drone ya ku li ketina bajarê Beyt Hanûnê li bakurê Xezeyê hat kirin da Filistînîyek jî şehîd bû.

Duh di êrîşên balafirên şer ên rejîma dagirker ên li ser Wargehên Xan Yûnis û Nûseyret ên li başûrê Şerîda Xezzeyê de bi dehan kes şehîd bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir