• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Hat ragihandin ku li Suleymaniyeyê rêvebirê KDPyê PKK kuştiye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku ji teref Konseya Ewlehiyê ya Herêmê ya Kurdistanê ve hat kirin de hat gotin ku, duh li Kelara navenda Îdareya Germîyana Suleymaniyeyê li dijî Ekrem Salîhê Serokê Saziya Navçeya Kelara Partîya Demokratîk a Kurdîstan (KDP) ê di êrîşa bi bombe hat kirin de hat kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “PKK kes û endamên partiyên sîyasî ên Herêma Kurdîstanê dixwaze bikuje” û bal kişandin ku êrîşa dawî jî ji teref PKK yê ve hat kirin.

Daxuyanî wisa dewam kir, “PKK, salên derbasbûyî jî gel û endamên hêzên Kurdîstanê hedef girtibû û hunek ji wan jî şehît ketibûn. PKK bi vê nesekinî û bazarên Kurdîstanê jî şewitand. Gelek zirarên mezin da Herêma Kurdîstanê û kesên ku bazirganiyê dikin.

Van çalakiyên PKKyê pêşeroja herêmê dixe talûkeyê. Berdewamkirina van çalakiyan wê bê bersiv nemîne û ji her encamê rêveberîya rêkxistinê berpirsîyar e.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir