• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
Li Diyarbekirê operasyona tiryakê: 40 binçavî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li bajêr ji teref ekîbên Midûriyeta Şaxa Mucadeleya Dijî Sûcên Narkotîk a Midûriyeta Polîsan a Parêzgehê ve operasyona tiryakê ya bi navê 'Kivilcim' bi piştgiriya helîkopteran hat tertîpkirin.

Di operasyonan de; 500 kîlo tiryakê mîna esrarê, 70 hezar heb hebên ecstasy, hinek maddeyên tiryakê, gelek terazûyên xesas, hin amûrên ji bo bikar anîna tiryakê û 150 hezar TL pere hat bidestxistin.

Hat tesbîtkirin ku tiryak firoşan bi navê çivîkên “guvercîn, serçe, keklîk, kumru” li tiryakan kirin e.

Di lêgerîna wesayîta ku di çarçoveya operasyonan da ji aliyê polîsên narkotîkê va hat sekinandin de, di beşa girtî ya ku di normal de xwarineke bi av hebe hat dîtin ku 200 kîlo tiryaka skunk tê de ye.

Di heman operasyonê de di barekî ya ku wek yekîneya televizyonê bû de 60 kîlo esrar hat bidestxistin.

Ekîban li navnîşanên ku di çarçoveya operasyona Kivilcimê de hatibûn diyarkirin operasyon kirin û 55 şikdar binçav kirin.

Ji gumanbarên ku li midûriyeta emniyetê xebatên wan bi dawî bûn 40 kes ji teref mehkemê ve hatin girtin. Doza der barê gumanbarên din de berdewam dike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir