• DOLAR 33.987
  • EURO 38.06
  • ALTIN 2745.098
  • ...
Li Şerîaya Başûr 9 hezar û 690 Filistînî hat desteserkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat diyarkirin ku rejîma îşxalker a siyonîst ku li Şerîeya Rojava û Qudsê êrîşên xwe yên li dijî Filistîniyan didomîne, herî kêm 20 Filistînî binçav kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Komeleya Girtiyên Filistînê de hat diyarkirin ku rejîma sîyonîst li bajarên Ramallah, Beytullahîm, El Xelîl, Tulkerîm û Nablûsê avêtin ser malan.

Hat ragihandin ku îşxalkeran di serdegirtinan de 20 Filistînîyen din ku di nav wan da beriya niha hatin berdan hatin binçavkirin.

Komîsyona Têkiliyên bi Girtî û Girtiyên Berê û Klûba Girtiyên Filistînê ragihand ku hejmara Filistînîyên ku ji 7ê Cotmehê ve ji aliyê rejîma sîyonîst ve hatine desteserkirin, gihîştiye 9 hezar û 690 kesan.

Hat ragihandin ku ji 7ê Cotmehê û vir ve di êrîşên leşkerên îşxalker û çeteyên cihû yên ku li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat a îşxalkirî erdê Filistîniyan zeft kirine de 575 Filistînî şehîd bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir