• DOLAR 34.014
  • EURO 37.867
  • ALTIN 2821.2
  • ...
Li Efxenîstanê lehî û bahoz: 35 mirî, 230 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Midûrê Çand û Ragihandinê yê Walîtiya Nangerharê Karîşî Badlun ragihand ku di encama lehî û bahoza ku ji ber barana zêde derketiye de herî kêm 35 kesan jiyana xwe ji dest dane û 230 kes jî birîndar bûne.

Badlun diyar kir ku dibe ku hejmara mirîyan zêde bibe.

Hat ragihandin ku ji ber bahoz û barana zêde dar ketine û kolan û xanî di bin avê de man.

Di meha Gulanê de zêdetirî 400 kesan ji ber lehiyê li parêzgehên bakurê Efxanistanê bi taybet li parêzgeha Baglanê jiyana xwe ji dest dan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir