• DOLAR 33.961
  • EURO 38.06
  • ALTIN 2739.05
  • ...
Emerîka leşkerên xwe yên li Nîjerê vedikişîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cîgira Berdevkê Pentagonê Sabrîna Sîngh di civîna çapemeniyê de bersiv da pirsên rojnamevanan.

Sîngh der barê rewşa leşkerên Emerîkayê yên li Nîjerê da diyar kir ku ji 7ê Tîrmehê vir va bi temamî ji baregeha hewayî ya 101emîn a li paytext Niameyê vekişiyane.

Sîng, da zanîn ku li Nîjerê nêzî 300 leşkerên Emerîkayê hene û diyar kir ku leşkerên mayî jî wê heta 15ê Îlonê bi awayekî ewle û bi rêkûpêk ji welêt vekişin.

Di 17ê Adarê de Nîjer ragihandibû ku peymana hevkariya leşkerî ya ku 12 sal berê bi Emerîkayê re hatibû îmzekirin betal kiriye û daxwaz kiribû ku leşkerên Emerîkî di zûtirîn dem de welatê wan biterikînin.

Hat ragihandin ku Emerîkaya ku li Nîjerê nêzî hezar leşkerên wê û li bajarê Agadezê jî baregeheke wê ya hewayî ya bêmirov heye, wê heta nîvê meha Îlonê bi temamî ji welêt derkeve. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir