• DOLAR 33.961
  • EURO 38.06
  • ALTIN 2739.05
  • ...
Trump namzetê xwe yê cîgirê serok ragihand: Ew bê şert û merc piştgiriya rejîma sîyonîst dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Vance di sala 1984an de ji dayik bû, di sala 2005an de di Şerê Iraqê de wekî peyadeya behrê şer kir.

Vance rexne li siyaseta Emerîkayê ya di dema şerê Iraqê de girt û got, "Ez ji bo nûnertiya welatê xwe bi serbilindî çûm Iraqê, lê dema çûm min dît ku derew li min hatiye kirin."

Vanceyê ku berê Trump wekî "Hîtlerê Emerîkayê" rexne kiribû, di sala 2022an de dema ku Trump ket siyasetê biryar da ku piştgiriyê bide.

Vance, ku li dijî siyaseta welatê xwe ya Ukraynayê ye, dibêje ku rêveberiya Biden xwedî "planek zelal" nîne.

Vance "bê şert û merc" piştgirî dide komkujî û jenosîda rejîma sîyonîst li Xezzeyê, diyar dike ku "Divê ji Îsraîlê re derfet bê dayîn ku karê xwe biqedîne."

Vance rexne li rêvebiriya Biden kir ku nikare "berdana êsîrên îşxalker" temîn bike, amaje bi wê yekê kir ku divê Emerîka hemû piştevaniyê bide rejîma sîyonîst.

Vance, bertek nîşanî xwepêşandanên ji bo piştgirîkirina Filistînê yên li zanîngehên Emerîkayê tên lidarxistin jî da û got, "Hûn çi diparêzin eleqedar nakim. Hûn nikarin qadên me yên giştî bikin çopê. Ji kampan xelas bibin. Qanûnan bişopînin." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir